Xêr hatin!
Herêma Dersîm
Herêma Dêrsîmê dikeve rojhilata "Anadolu"yê, ku di nav sînorê komara Tirkiyê ya îro de ye. Herêm ji bajarê "Tuncelî" pêktê, wekî din bajarên hinek ji wek Bingol, Sêwaz, Elezîz û Ezîrgan jî di nav xwe de dihewîne.
Kolonyalîstên Osmanî û her wiha dewleta kolonyalîstê Tirk heya sala 1937 an ne dikarîna pêyên xwe avêtina ser erda herêmê ne jî dikarîna bi hikma xwe bandor bikirina. Li hemberê zordestiya imparator û kolonyalîstan Dêrsîm di her demê de birca serhildan û berxwedanê bû. Die salên 1937 û 38 an de li herêma Dersîm jenosîdek gelek mezin, ku li dor 70.000 an tê texmînkirin, diqewime. Di qewimandina jenosîdê de jin, zarok, kal û pîr tên ku?tin, yên ku pa?de dimînin ji hêla zordestan ve tên nefîkirin (sirgûn).
Dersîm mozaîka kulturan e. Di herêmê de ji bilî zimanê zaza, herwiha zimanê kurdî û tirkî tên axaftin. Herêm ?opên baweriya ji ?arezaya îrana berê mazdaîzm, zerdu?tî, xirîstiyanî û îslamê pêktê.
Li Almanyayê tê texmînkirin ku nêzîkê sedhezar (200.000) Dersîmî dijîn, tenê li bajarê Kölnê dehhezar (10.000) Dersîmî dijîn. Komela Dersîm, a ku li Kölnê ye, di sala 1995 an de ji bo armanca pi?tgirî û pê?veçûyîna ziman, kultur û dîroka Dersîmiyên koçkirî hatiye damezrandin. Komela Dersîm ji hêla sazgeha aborî ve wekî sazgeha navenda kultura biyaniyan hatiye naskirin.
Em ji bo koçberê li Kölnê navendeke ji kulturên cur be cur a pê?iniyardar in. Komela Dersîm xizmeta diyalog û ragihandina kulturê di navbera koçberên ji dersîmê, herwiha bo almanan û koçberên din dike, xebat û hewlên bi vê rengê çalakiyên me pêktîne. Koma pê?niyardarên komelê zazakî, kurmancî, almanî, tirkî û înglîzî dipeyîve. Wekî din di bin însiyatîfa komelê de kursa zimanê zazakî û kurmancî bo kesên ku nû destpê ziman hînbûyînê dikin, tê lidarxistin.